Politburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê serkeftina BDP`ê pîroz kir

Bi boneya serkeftina proseya hilbijartinên şaredariyan û serkeftina partiya we (Partiya Aştî û Demokrasiyê_ BDP`ê) bi rêjeyekî berçav, em germtirîn pîrozbahiyên xwe li we dikin.
Serkeftina we û peşdariya cemawerê dilsoz bi rêjeyekî zêde di van hilbijartinan de, destkeftekî giring e ji me hemûyan re û berev pêşçûna ezmûna siyasî ye, tevlîbûna we di proseya serokayetîkirina şaredariyên wan bajar û navçeyan de, tê wata xizmet kirinê bi hevwelatiyan û doza we ya rewa.
Em hêvîdarin ev gava nû, ku bêguman berhema xebat û têkoşanê ye, mizgîniyek be bo asoyekî nû bo pirsa Kurd û nemana pirsgirêk û aloziyan, û zêdetir ber bi tebayî û birayetî û rastrêbûna proseya siyasî û dîmokrasiyê û çareserk mayînde be bo pirsa Kurd li welatê Tirkiyê, herwiha serkeftina we di vê proseyê de ew rastî eşkire kir ku xelik alîgirên aştiyê ne.
Em herdem û berdewam piştgîriyê li proseya aşîtiyê û danûstandina dikin bo çareserkirina pirsa Kurd û geyiştina Kurdan bi mafên wan yên rewa û bi dawî hatina karesat û malwêranî û tûndûtûjiyê û belavbûna aramî û pêşketinê bo hemû aliyekî.
Carek din em pîrozbahiyê xwe li we dikin û hêvîdarin her serkeftî bin..
Partiya Demokrat a Kurdistanê
2/4/2014




