Fêsel Ismayîl: Em amadene berevaniyê li welatê xwe bikin û YPG nikare Rojavayê Kurdistanê biparêze

Rojnameya Evro-KDP.info/ Endamekî serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Elpartî) diyar kir ku YPG herdem digot ew dişên bi tenê Rojavayê Kurdistanê biparêzin û wan pêdivî bi hêza çu aliyekê Kurdistanî nîne û niha bo wan eşekere bûye ku ew neşên Rojavayê Kurdistanê biparêzin û dorpêça li Kobanê û em berhevîn berevaniyê ji axa welatê xwe bikin.
Fêsel Ismayîl endamê serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Elpartî) diyar kir ku dorpêça li ser bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê berdewam dike û rewşa jiyana kurdan li wêrê gelek xirabe û xelk ji ber birçîbûnê û rewşa êmnahiyê neçar dibin ku birevin û berê xwe bidene Tirkiyê yan jî Herêma Kurdistanê û got: " Siyaseta xelet ya PYD li Rojavayê Kurdistanê wesa kir ku rewş wesa xirab bibe, çunku demê şoreşa Sûriyê destpê kir me dizanî ku dê alozî dirust bibin û ji ber hindê me dixwast hêzên me yên serbazî biçin û parastina deverên kurdî bikin, lê PYD alozî dirust kirin û me jî nediviya ku şerê birakujî li Rojavayê Kurdistanê were pêş û ji ber hindê jî me rewş da berçav û niha jî eşkere bû ku YPG nikare Rojavayê Kurdistanê biparêze û bangewaziya wan ya heftiya borî jî bi rengekê eşkere nîşan dide ku ew gehiştine wê baweriyê ku divê hemû hêzên kurdî harîkariya hevdu bikin."
Endamê serkirdayetiya Elpartî herwiha ragehand ku êdî serdemê hindê nemaye ku partiyek bi tenê hemû civakê birêve bibe û bi taybetî xelkê kurd vê yekê bi çu rengekî qebûl nakin û heke me bivê civakek dîmokratî û sîstemek nû ava bikin divê hemû pişkên civakê di sîstemê de cihê xwe bigirin û bi gefan civak nahêne birêve birin, mixabin bêtirî du salane ku PYD û hêza wî ya serbazî dixwazin bi gefan û tirsandina xelkê desthelata xwe li ser hemû Rojavayê Kurdistanê ferz bikin û ezmûna wan salan jî bo hemûyan nîşa daye ku heta sîstemek dîmokratî û li ser binemayê daxwaziya xelkê dirust nebe alozî jî bi dûmahî nahên û got: " Avakirina wan kantonan jî arîşeyên li Rojavayê Kurdistanê mezin kirin, çunku ragehandina sê kantonan ku çu nasnama kurdî pêve diyar nîne bo egerê parçekirina Rojavayê Kurdistanê û niha hêrişên giropên tundirew bi taybetî jî li Kobanê bo hindê ye ku dîmugrafiya Rojavayê Kurdistanê bihête guhorîn, lê em wek Elpartî û hêzên kurdî wê yekê qebûl nakin û heta dûmahiyê em berhevin berevaniyê ji axa xwe bikin û em hêvîdarin ku PYD jî destan ji wî helwîstê xwe yê xelet berde."
Fêsel Ismayîl diyar kir ku hêşta jî dem heye û heke PYD dest ji wî helwîstê xwe yê ku dijî netewa kurde berde û ew razî bibin hemû hêzên kurdî pêk ve berevaniyê ji axa Rojavayê Kurdistanê bikin ez bawerim dikim dê bikaribin metirsiyên li ser Rojava kêm bikin û bêguman erkê hemû kurdekî ku xudan ji Rojavayê Kurdistanê derbikeve, lê giringe ku PYD jî razî bibe ku li jêr navê bereyekê Kurdistanê em hemû pêk ve xebatê bikin û got: " Li jêr ala YPG hevalên me hatine eşkencedan û şehîd bûne û ji ber hindê em razî nabin li jêr wê alayê li gel wan xebatê bikin û me bo wan jî diyar kiriye ku em amadene pêkve şer bo parastina rojavayê Kurdistanê bikin û ji ber hindê divê ew jî razî bin li jêr navê bereya Kurdistanî em xebatê bikin, çunku em razî nînîn bibine pişkek ji YPG."




