26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Dr. Roj: Egera şerê navxweyî û parçebûna Iraqê heye

Çavkanî: KDP.info

Hewlê-KDP.info/ Cîgirê Serokwezîrê Iraqê Dr. Roj Nûrî Şawês dibêje ku eger pirsgirêkên heyî yên welat bilez neyên çareserkirin egera derketina şerê navxweyî û parçebûna Iraqê heye.

 

Li gor govara Gulan, Dr. Roj tekez kiriye ku di vê qonaxa niha de divê Kurd ji hemû demekê zêdetir yekîtiya navxweyî biparêzin û got: "Niha ji bo me Kurdan gelekî girîng e yekrêz û yekhelwêst bin, lê balkêşe ku aliyên siyasî yên Kurdistanê zêdetir pêdagiriyê li ser postekî yan wezareteke hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, bêyî wê guhê xwe bidinê ka Iraq di çi rewşekerê derbas dibe, wêna li ber çav nagirin ku eger heta piştî hilbijartinên Iraqê em nikaribin li Herêma Kurdistanê hikûmetê pêk bînin, çawa dikarin biçin nav proseya pêkanîna hikûmeta Iraqê."

 

Di daxwiyaniyekê de Şawês bal kişand ser metirsiyên derketina şerê navxweyî li Iraqê û parçebûna welat û wiha axifî: "Ez Iraqa niha wek Yugoslavyaya piştî Tito dibînim, em dizanin Yugoslavya dewleteke federal bû, lê rewşeke wiha hat pêş ku guhertinên bingehîn bi ser welat de hatin, wek me dît çareseriyên din hatin pêş, loma gelekî nêzîke ku piştî vê hilbijartinê rewşeke hevşêweyê Yugoslavyayê li Iraqê were pêş, divê Kurd ji niha ve amade bin bo wê bûyerê."

 

Nûçeyên têkildar