Zêdeyî 150 hezar kes li Sûriyê hatine kuştin

Ajans-KDP.info/ Hat ragihandin ku hejmara kuştiyên şerê Sûriyê ji sala 2011an ve heta niha ji 150 hezarî derbas bû.
Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê ragihand ku wê ji destpêka şoreşa Sûriyê ve roja 15ê Adara sala 2011an li Daraayê û heta 31ê Adara 2014an, navên 150 hezar û 344 kesî tomar kiriye ku di şer û aloziyên Sûriyê de hatine kuştin.
Rewangehê diyar kir ku, di nav kuştiyên de 51 hezar û 212 kesên sivîl hene ku di nav wan de jî 7 hezar û 14 zarok hene, 58 hezar û 480 jê hêzên rejîmê û çekdarên alîgirên wê ne, 37 hezar û 781 jê jî çekdarên opozîsyonê ne ku di nav wan de (Cîhadî) jî hene û nasnameya 2 hezar û 871 çekdarên kuştî jî nediyare.
Herwiha derbarê kuştiyên hêzên rejîmê, Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê eşkere kir ku 35 hezar û 601 kes ji hêzên rejîmê, 21 hezar û 910 ji komîteyên gelerî û Hêzên Berevaniya Niştimanî, 346 ji çekdarên Hizbullaha Libnanê û 605 çekdarên şîe ku ne xelkê Sûriyê ne.
Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê diyar kir jî ku 18 hezar kesên windayî di nava girtîgehên rejîma Sûriyê de hene û 8 hezar dîlên her du aliyan li cem hev hene, tevî bi hezaran kesên ku ji aliyên cuda ve hatine revandin.




