26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî bo Ahmed Turk: Herêma Kurdistanê piştevaniya tevahiya xwe ji bo xuşk û birayên li Bakûrê Kurdistanê derdibre

Çavkanî: KDP.info

Birayê birêz Kak Ahmed Turk


Bi helkefta birêveçûna hilbijartinên bajarvaniyên Tirkiye û serketina we ya li proseya hilbijartina Bajarvaniya Mêrdînê germtirîn pîrozbahiyên xwe û xelkê Herêma Kurdistanê bi we radigihînim.

Encamên hilbijartinên bajarvaniyên li Tirkiye wê rastiyê piştrast kir ku li rêya xebata siyasî û demokrasiyê doza rewaya Kurd bi awayeke baştir berev pêşve diçe. Pêkanîna aştî û demokrasiyê berxwedanekî dirêje, lê belê rêya dirust û bi bandor û bi aştî û tebayî û birayetî armanc nêzîktir dibin.

Hêvîdarim hemû şiyanên ji bo serxistina proseya çareseriya aştiyê li Tirkiyê bixin holê û bi wê navê de jî Herêma Kurdistanê piştevaniya tevahiya xwe ji bo xuşk û birayên li Bakûrê Kurdistanê derdibre.

Bi hêviya serkeftinên zêdetir û paşarojeke geş ji bo gelê me

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê

Nûçeyên têkildar