26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Sûrîya, di nav şer û pêkdadanan de hilbijartinên perlemanê tê encamdan

Çavkanî: Reuters

Îro duşemê di nava şer, pêkdadanan û operasîyonên serbazî yên dijwar de, hilbijartinên perlemanî li Sûrîya dest pê kir, piştî derketina yasaya hilbijartinan ku rê dide damezrandina partîyên sîyasî, ev pirose tê encamdan.

Ev hilbijartinên han jî dê ji demjimara 7 sibê heta 10 êvarê berdewam be.

Di evê derbarê de li gorî siteya " Reuters", çalakvanên Sîyasî ragihand, ku li parêzgeha Dêr Elzorê li rojhilata Sûrîya şer û pêkdadan di navbera hêzên Supay yên fermî ser bi rejîma Sûrîya û Sûpayê Azad de rûde û di û di encamê de ciwanek hat kuştin.

Herweha li bajêrê Helebê piştî kuştina 4 xwendevanên zanîngeha Helebê di haftîya çûyî de, bazna xwepêşandanan ber fireha bû.

Li bajêroka Meda (30 km bakurê Şamê) çi nîşanên hilbijartinan nehtin dîyar kirin.

Hêjayî gotinê ye di dirêjiya bêtirî 30 salî de û di serdema rêbertiya hîzba Bees bo Sûriya çi  endamekî opozisîyon di perlemanê Sûriya de tune bû û piranîya endamên perlemanê Sûriya di bin bandûra melbata Elesed de ne. 

Nûçeyên têkildar