25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Hevpeymaniya Sûrî: Em "Cinêv 3"bi mercekê qebûl dikin

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info/ Berdevkê fermî yê Hevpeymaniya Niştimanî ya Sûrî Lueyî Safî ragihand ku eger Amerîkayê karî Rûsya razî bike daku helwesta xwe ji kirîza Sûriyê biguhere wê demê em dikarin di kongireya "Cinêv 3"de beşdar bibin.


Li gorî ajansan Lueyî Safî ragihand ku helwestek pêşwext û aşkira ji aliyê Rûsya ve li hemberî kirîza Sûriyê heye.

Ev beyannameya Safî di demekê de hatiye, piştî ku Exzer Îbrahîmî dixwaze berya pêşkêşkirina istîfaya ji posta xwe hewla xwe ya dawî bide ku "Cinêv 3"lidar bixe.

Sebaret bi helwesta ku itîlafa Sûrî  ji Rûsyayê dixwaze jî, Safî ragehandiye ku divê Rûsiya zextê li rêjîma Sûriyê bike daku çareseriya siyasî qebûl bike yan jî divê Rûsya destê xwe yê parastinê li ser Sûriyê rake ku hemû biryarên encûmena ewlehiya navdewletî li hemberî Sûriyê veto dike.

Nûçeyên têkildar