Prosesa propagendeyên hilbijartinên Iraqê îro destpê kir

Hewlêr-KDP.info/ Îro sêşem 1/4/2014 prosesa propagendeya hilbijartinên Parlementoya Iraqê destpê kir.
Di vê derbarê de komîsyona serbixwe ya hilbijartinan ya Iraqê ragehand ku dawî bi tevahiya amadekariyên pêwîst yên ji bo hilbijartinên Iraqê aniye.
Komîsyona serbixwe ya hilbijartinan herwiha eşkere kir ku ji bo hilbijartina Parlementerên nû yên Parlementoya Iraqê di roja 30ê meha Nîsanê de vê sibê prosesa propagendeya part, aliyên siyasî û herwiha berbijaran destpê bike.




