26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Erdogan kir

Çavkanî: KDP.info

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, serkeftina Serokwezîrê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Receb Tayîb Erdogan di hilbijartinên herêmî yên wî welatî de li Erdogan pîroz kir.

 

Serokwezîrê Nêçîrvan Barzanî bi telefonê bi Serokwezîrê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Receb Tayîb Erdogan re axifiye û serkeftina wî di hilbijartinên herêmî de lê pîroz kiriye.

 

Li gorî daxuyaniyê, Serokwezîr Barzanî hêviya xwe aniye ziman ku serkeftina AKPê di hilbijartinan de bibe sedema wê ku Tirkiye gavên mezin di geşekirina aborî, siyasî û demokrasiyê de bavêje û pêvajoya çareserkirina aştiyane ya pirsa kurd li Tirkiyê bigihîje encamê da ku çareseriyek mayînde bo pirsa kurd bi xwe re bîne.

 

Nûçeyên têkildar