26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî bo BDP: Ev destkeft bi sedema xebata aştiyane û demokratiyane pêktên ku bihadar û bi bandorin

Çavkanî: KDP.info

Xuşk û birayên birêz li BDP


Bi helkefta birêveçûna hilbijartinên bajarvaniyên Tirkiye û serkeftina we ya li proseya hilbijartinên bajarvaniyên Bakûrê Kurdistanê germtirîn pîrozbahiyên xwe û Herêma Kurdistanê bi we radigihînim.

Cihê xweşhaliya me ye doza gelê Kurd li Bakûrê Kurdistanê li rêya xebata siyasî û demokrasiyê xwe roj bi roj berev pêşve diçe. Bêguman ev destkeft bi sedema xebata aştiyane û demokratiyane pêktên ku bihadar û bi bandorin û dibê sedema kûrtirbûna tebayî û birayetî û pêşketinên zêdetir.

Hêvîdarim ev serkeftina we hemû aliyek han bide proseya çareseriya aştî li Tirkiye bihêztir bibe û Herêma Kurdistanê jî li vê rêyê da piştgiriya xuşk û birayên xwe yên li Bakûrê Kurdistanê dike.

Bi hêviya paşarojeke geş ji bo gelê me

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
31/03/2014

Nûçeyên têkildar