26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî bo Erdogan: Encamên vê hilbijartinê bandora xwe li ser bihêztirkirina proseya aştiya li Tirkiyê dike

Çavkanî: KDP.info

Birayê birêz Receb Tayib Erdogan Serok Wezîrê Komara Tirkiye


Silavekî germ..

Bi helkefta serkeftina proseya hilbijartinên bajarvaniyên Tirkiye û her wiha serkeftina Partiya Dad û Geşepêdan(AKP) li van hilbijartinan de germtirîn pîrozbahiyê li gelê Tirkiye û we yên rêzdar dikim.

Bêguman ev hilbijartin ji bo pêşxistina bingehên demokrasî û desthilata gel, hengavekî gelek girîngê Tirkiyê bû. Ji wê yekê bawerim ku encamên vê hilbijartinê bandora xwe li ser bihêztirkirina proseya aştiya li Tirkiyê dike. Hêvîdarim aştî û birayetî û geşbûn li Tirkiyê bihêztir bibe û peywendiyên birayane û dostaneya li navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de roj bi roj berev pêşve biçe.

Hêviya serkeftin û selametiyê ji bo we dixwazim

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
31/03/2014

Nûçeyên têkildar