Serok Barzanî: Sêdaredana QazîMihemed hestê kurdayetiyê û azadîxwaziyê di nav dilê takê kurd de bi hêztir kir

Duh 30/3/2014 bi helkefta salvegera sêdaredana pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî, birêz Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê di peyça xwe ya taybet de li ser Feysbûkê peyamek belavkiriye, eve jî deqê wê ye:
Di saliyada sêdaredana pêşewa Qazî Mihemeda de silava bo giyanê paqijê Qazî û hemû şehîdên rêka azadiyê dişînin , canemergî û fîdakariya pêşewa Qazîmihemed ji pêxemet berdewamiya xebata miletê kurd bûye , sêdaredana Qazîû hevalên wî hestê kurdayetiyê û azadî xwaziyê di nav naxê take kesê kurd de bi hêztir kir.
Bi vê helkeftê peyama aştî û rewatiya dûza miletê me dûpat dikin û miletê Kurd bi hêviyeka zor mezntir sehdkete paşeroja xwe.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê




