Li Hewlêrê êrîşên DAÎŞ’ê li ser Kobanê hatin şermezar kirin

Hewlêr-KDP.info/ Partiyên siyasî yên ku di Encûmema Niştimanî ya Kurdî de û Tevgera Ciwanên Kurd (T.C.K) li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê xwepêşandanek lidarxistin û êrîş û kiryarên DAÎŞ’ê bo ser bajarê Kobanê şermezar kirin.
Di xwepêşandana duh 30/3/2014 de xwepêşanderan daxwaza yekîtî û yek rêziya tevgera siyasî ya Kurdî kirin da bi hevre karibin li hember van kiryaran rawestin.
Wek tê zanîn bajarê Kobanî ev demeke ji aliyê rêxistina radîkal a Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAÎŞ) ve hatiye dorpêçkirin û heta niha gelek şer û pevçûn di navbera çekdarên wê rêxistinê û şervanên YPG’ê de derketine.




