26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Li Waşîngtonê Mistefa digel çend berprisên Qesra Sipî civiya

Çavkanî: KDP.info

Waşîngton-KRG.org/ Di çarçoveya serdana xwe ya bo Amerîkayê de, Felah Mistefa digel Robert Meylî rêvebir li civata ewlehiya Amerîkayê civiya û di civînê de tekîd li ser giringiya têkeliyên navbera Kurdistan û Amerîkayê hat kirin.

 Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê di axaftinekê de tekîd li ser girngiya hebûna têkeliyên saxlem di navbera Waşîngton û Hewlêrê de di warên cuda de kir û helwesta hikûmeta herêma Kurdistanê li hember dosyeya neftê û pirsgirêkên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê zelal kir û got ku, divê hemû pirsgirêk di çarçoveya destûra bingehîn a Îraqê de bên çareser kirin.

Di civînê de behsa pêşhatên siyasî û hilbijartinên parlamentoya Îraqê ku, biryare di dawiya meha nîsana îsal de bên kirin kir û her du alî li ser wê yekê hevfikir bûn ku, divê hilbijartinên parlamentoya Îraqê di dema diyarkirî de (30.04.2014) bên encam dan.

 Her li Waşîngtonê, Felah Mistefa digel An Rîçard alîkara wezîrê derve yê Amerîkayê bo karûbarên penaber û koçberan civiya.

Di civînê de, Mistefa behsa rewşa penaberên surî yên li herêma Kurdistanê û kirîza Suriyê û tesîra wê li ser welatên cîran kir ku, roj bo rojê rewşa Suriyê ber bi aloziyê diçe û tesîreke negetîv li ser rewşa Kurdistanê û herêmî dirust kiriye. Mistefa got:

 - Hikûmeta herêma Kurdistanê li gor îmkanên xwe berdewam alîkariya penaberên surî yên li herêma Kurdistanê kiriye û beşek mezin ji pêdawîstiyên wan dabîn kirine, lê roj bo rojê hijmare penaberan zêde dibe û pêdawîstiyên wan jî zedetir dibin. Em daxwazê ji rêxistinên navdewletî û civaka navdewletî dikin zêdetir alîkariya pêşkeşî penaberan bikin.

An Rîçard xebatên hikûmeta herêma Kurdistanê yên di warê alîkarîkirina penaberan de bilind nirxandin û got:

 - Berî heyamekî min serdana herêma Kurdistanê kir û di çarçoveya wê serdanê de min serdana çend kampên penaberan jî kir da ku ji nêzîk haydarî rewşa wan û pêdawîstiyên penaberan bibim. Ez digel mezine berpirsên herêma Kurdistanê civiyam û ew serdana min serdaneke serkeftî bû.

 Her di berdewamiya serdana xwe de bo Amerîkayê, Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê digel Bert Makgork cîgirê alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê civiya.

 Di civînê de Mistefa got ku, hebûna navê Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê di lîsteya terorê ya Amerîkayê de herêma Kurdistanê dilteng û narehet dike û tesêreke nêgetîv li ser têkeliyên navbera Kurdistan û Amerîkayê dike. Mistefa daxwaz ji berprisên amerîkayî kir ku, îdareya Amerîkayê navê her du patiyên kurdistanî ji lîsteya terorê derbixe û giringiyê bi têkeliyên bi herêma Kurdistanê re bide.

 Cîgirê alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê piştevaniya xwe ji bo hikûmeta herêma Kurdistanê dupat kir û got ku, ew dê ji  bona zêdetir xurtkirina têkeliyên navbera her du aliyan de û derxistina navê PDK û YNK ji lîsteya terorê dê bi cidî kar bikin.

 Berpirsê wezareta derve ya Amerîkayê helwestên serokwezîrê Kurdistanê ku, dixwaze hermû pirsgirêkan bi rêya diyalog û lihevtêgihiştinê çareser bike, bilind nirxandin.

 

Nûçeyên têkildar