Endamê Serokatiya PDKê: Hilbijartinên Tirkiyê derfetekê dide pêşiya kurdan ku dengên xwe zêde bikin

Partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê di wê baweriyê de ne ku di hilbijartinên herêmî yên 30ê Adarê yên Tirkiyê de dengên partiyên kurdî dê zêde bibe, partiyên başûrî her wiha li ser vê yekê jî hevdeng in ku AKP dê bibe yekem û vê yekê jî bi sûda kurdên Bakûr û Başûrê Kurdistanê dibînin.
Endamê Serokatiya PDKê Ehmed Kanî jî axivî û got, hilbijartinên Tirkiyê derfetekî dide pêşiya kurdan ku dengên xwe zêde bikin.
Ehmed Kanî diyar kir ku eger AKP siyaseta xwe ya niha bidomîne dê baş bibe lê dengên BDPê jî dê zêde bibe ev jî tê wateya kêmbûna dengên AKPê li Bakûrê Kurdistanê.
Endamê Jora Pêwendiyan a Tevgera Gorranê Şivan Qelyasanî, li ser hilbijartinn sibê yên Tirkiyê ji Rûdawê re got, ji ber hevrikiya navbera partiyan bi taybet nakokiyên navbera AKP û Gulen, heta encamên hilbijartinan eşkere nebin ez bawer nakim karîgeriyekî wisa hebe lê kîjan partiyê desthilat xist destê xwe ew dê li ser pirsa kurd û aştî li Bakûrê Kurdistanê karîger be.
Qilyasanî her wiha texmîna xwe li ser encamên hilbijartinan jî eşkere kir û got, ew partî û aliyên ku baweriya wan bi aştiyê hebe dê bi ser bikevin, heta niha jî wisa tê dîtin ku partiya AKPê dê bi ser bikeve.
Berpirsê Pêwendiyên Komela Îslamî ya Kurdistanê Bîlal Silêman jî li ser hilbijartinên Tirkiyê ji Rûdawê re axivî û got, ez hêvîdar im ku gelê kurd li Tirkiyê dengên xwe bide wan hêzan ku birastî parastina kurdan dikin ji ber ku ev li gorî berjewendiyên kurdan e.
Bîlal Silêmanî anî ziman ku AKP tenê alîgiriya kurdan nake lê di hilbijartinan de dê dengên herî zêde bidest bîne.
Berpirsê Pêwendiyên YNKê Seidî Ehmed Pîre jî nêrînên xwe li ser hilbijartinên Tirkiyê ji Rûdawê re got. Pîre anî ziman ku niha li Bakûrê Kurdistanê êdî çek û şer nemaye û aramî heye û yekdengiyek li nav kurdan de heye.
Seidî Pîre diyar kir ku di hilbijartinên vê carê de dengên kurdan dê zêde bibe û wiha axivî: “Li Bakûrê Kurdistanê hevrikiyek tund di navbera BDP û AKPê de heye lê her çi be bi sûda kurdan e û ji bo Herêma Kurdistanê jî baş e.”
Li gorî wî berpirsê YNKê, nakokiyên navbera AKP û Cemaeta Gulen zêde karîgeriyê li ser dengên AKPê nake ji ber ku Cemaeta Gulen tenê ji nakokiyên partiyên siyasî sûd werdigirin lê AKPê li Tirkiyê pêvajoyek daye destpêkirin ku jibilî wê ti partiyekî din nikare bide meşandin.
Endamê Polîtburoya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Ebûbekir Elî, jî ji Rûdawê re got ku her hilbijartina ku li Tirkiyê were kirin yekser karîgeriyê li ser pirsa kurd li Bakûr û Başûrê Kurdistanê dike.
Li gorî Ebûbekir Elî, AKP dê dîsa bibe yekem ji ber ku partiyên din bi çavekî teng li pirsa kurd dinêrin, ji ber wê jî serkeftina îslama demokratîk û liberal li Tirkiyê bi sûda kurdên Bakûr, Başûr û Rojava ye, dengên kurdan jî dê zêde bibe.




