Dengdan li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê destpêkir

Ajans-KDP.info/ Hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê îro 30/3/2014 destpêkirin û wê nêzîkî 53 milyon hemwelatiyên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê nûnerên xwe di şaredariyan de hilbijêrin.
Di van hilbijartinan de 26 partiyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê beşdar in. Li gorî qanûna nû ya hilbijartinan, kesên ku bikaribin deng bidin lê deng nedin dê bi qasî 22 lîre (10 dolar) bên cezakirin.
Di hilbijartinên îro de ji 76 milyon hemwelatiyên Tirkiyê 52 milyon û 645 hezar û 841 kes dikarin deng bidin.
Hilbijartinên herêmî wê li 81 parêzgehên Tirkiyê bên kirin û 194 hezar û 310 sindoq li wan parêzgehan hatine danîn.




