26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serokê Amerîka: Bi êrîşa me êş û azara gelê Sûriyê bi dawî nayê

Çavkanî: KDP.info

 

 Ajans-KDP.info/ Serokê Amerîka Barack Obama tekez kir ku eger welatî wî êrîşî Sûriyê bikiribaya jî wê êş û azara gelê Sûriyê bi dawî nehatiba.

Di hevpîvînekê de bi tora CBS ya televzyonî ya amerîkî re, serokê Amerîka Barack Obama piştgirya wê biryara xwe kir ku derbarê êrîş nekirina ser Sûriyê de dabû.

Barack Obama got êrîşa leşkerî ku wê bersivekêbane li ser bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê rejîma Sûriyê li navçeya Xûta ya Şamê, wê bê sûdbane.

Obama diyar kir ku her destêwerdaneke leşkerî li Sûriyê eger ne dem dirêj be wê bê sûd û fêde be.

Serokê Amerîka herwiha got ku Amerîka nikare budce û xerciyên bi deh salan ên destêwerdaneke wiha li Sûriyê bigire stûyê xwe, ji ber ew dê li ser Amerîka barekî darayî yê giran be.

Herwiha Obama derbarê krîza Sûriyê de ku derbasî sala xwe ya çarem bûye, got ku wêrankarî û kuştina niha li Sûriyê çêdibe li dijî hemû bîr û baweriyên Îslamê ye.

Nûçeyên têkildar