Bersivek bo Fermandeyê Giştî yê YPG’ê

Heftenameya Destûr di hejmara xwe ya 68’emîn de hevpeyvînek ligel Fermandeyê Giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo kiriye û navbirî îdîa dike ku grûbên terorîst hevkariya darayî û perwerdeyî ji PDK’ê wergirtine bo dijayetiya YPG’ê.
Her çiqas me berê jî bersiva van corên derewan daye lê nûkirina vê tohmeta bê bingeh ji aliyê Fermandeyê Giştî yê YPG’ê ve di demekê de ku daxwaza hevkariyê ji PDK’ê kirine cihê guman û helwêstwergirtinê ye.
Aliyek ku wiha bi xemsarî bi çarenivîsa gelê Kurd li Rojava bileyize û bi nefesa dîktatorî, yekparêzî, bi zora çek û rêkeftineke cihê gumanê xwe li ser Rojava ferz bike û xelkên resen û niştimanperwer paşguh bixe, çaverêya wê yekê jî jê tê kirin derewên mezin bixe stoyê PDK’ê.
Ew bi xwe ne ku peywendiyên wan ên jêr bi jêr ligel terorîst û tundrewan hene. YPG ligel xelkê xwe jî ne rastgo ye û dixwazin bi rêya belavkirina van derewan şikestina xwe ya siyasî û cemawerî veşêrin. Ji aliyekî ve tohmetan li dijî PDK’ê çêdikin û ji aliyekî ve daxwaza hevkarî û alîkariyê ji Partî dikin. Ya baş ew e ligel xwe û gelê Kurd rastgo bin, careke din xwe nexapînin û Rojava nekin qurbana pozbilindî û xweperestiya xwe.
Mixabin heftenameya Destûr bêyî ku rastiya gotinên wî merivî bişopîne bûye alavek bo têkdana rastiyan û belavkirina derew û babetên nerast. Ji xeynî vêna jî anîna rojevê ya van tohmetên bê bingeh di vî wextî de ji aliyê vê heftenameyê ve cihê pirsyarê ye û divê yên li pişt heftenameyê ne bersiv bidin, ji ber belavkirina derewên wiha mezin tenê çêkirina pirsgirêk û anîna duberekiyê ye di navbera Başûr û Rojava de.
Çavkaniyekî rojnamevanî ji Partiya Demokrat a Kurdistanê
27/3/2014




