Misir, nûçeya "pilana Îranê" ji bo kuştina balîyozê Sûdîye li Misirê ne raste

Ajansa Nûçeya Hukûmeta Misirê ragihand, ku ew raporta malpera "El-Heyat" ret dike ya ku li ser girtina 3 hevwelatîyên Îranî bi guneha terorkirina balîyozê Sûdîya li Misirê belavkirîye.
Di evê derbarê de li gorî Ajansa Nûçeya Şerqellewsat a Misirî ku ew raporta rojnameya "El-Heyat" ret dike ku tê de berpirsekî balîyozxaneya Sûdîye li Misrê behsa pûçkirina pilana terrorkirina balîyozê Sûdîye li Misirê Ehmed Qetan kiribû.
Ji alîyekî din ve berpirsekî hukûmî yê Misirî ku navê xwe eşkere ne kirîye dibêje, nûçeya rojanameya "El-Heyat" ji rastîyê ve dûre û ti pilanek ji bo terrorkirina balîyozê Sûdîyê tune ye.
Wek dihê xuyakirin, ku şîretkarê balîyozê Sûdîyê li Misirê ragihandbû, ku polîsên Misirê 3 hevwelatîyên Îranî bi guneha kuştina balîyozê Sûdîye girtine.




