Opozisyona Sûriyê êrîşên DAÎŞ’ê şermezar kirin

Ajans-KDP.info/ Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê êrîşên çekdarên radîkal li ser herêmên Kobanî û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê, şermezar kirin.
Ji 19’ê mehê ve, çekdarên rêxistina radîkal a bi navê Dewleta Îslamnî ya Iraq û Şamê (DAÎŞ) ji her sê aliyên rojava, rojhilat û başûrê herêma Kobanî ve êrîşî navçeyên Kurdan dikin û şerekî giran di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û wan de derketiye.
Di daxuyaniyekê de Hevpeymaniya Niştimanî ya Mixalefeta Sûriyê got: “Hevpeymaniya mixalefetê karên hovane û tawanên ku DAÎŞ li dijî sivîlên li Girsê Spî û Kobanî pêk tîne şermezar dike.”
Hevpeymaniya Opozisyonê herwiha ragehand ku gelê Sûriyê û Artêşa Azad wê sînorekî ji tawan û kiryarên DAÎŞ’ê re li rojhilat û rojhilatê Sûriyê deyne. Di daxuyaniyê de tê gotin ku ew kar û tawanên DAÎŞ derheqê hemwelatiyên sivîl de li Girê Spî û Kobanî dike “Dikevin xizmeta rejîma Sûriyê.”




