Ukrayîna dixwaze nûneratiya xwe li Kurdistanê veke

Hewlêr-KDP.info/ Sefîrî Ukrayînayê yê Îraqê serdana Herêma Kurdistanê kir û xwest ku nûneratiya welatê xwe li Kurdistanê vekin.
Karwan Cemal cîgirê berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê û Suham Cebelî alîkara berpirsê têkeliyên derve, li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Anatoli Marînêts sefîrê Ukrayînayê yê Îraqê û şandeya pê re kir û xurtkirina têkeliyên navbera Kurdistan û Ukrayînayê gotûbêj kirin.
Sefîrî Ukrayînayê yê Îraqê behsa kar û xebatên şirket û kompaniyên ukrayînayî yên li herêma Kurdistanê di warên cuda da kar dikin û çewaniya pêşvebirina têkeliyên aborî û bazirganî di navbera her du aliyan de kir û xwesteka welatê xwe jî jibo vekirina nûneratiya hikûmeta Ukrayînayê li herêma Kurdistanê nîşan da.
Şandeya sefaretxaneya Ukrayînayê ji berprisên fermangeha têkeliyên derve ya hikûmeta herêma Kurdistanê re behsa kirîza vê dawiyê a Kirîm bi taybetî û Ukrayînayê bi giştî kir.
Cîgirê têkeliyên derve got ku, ew dê hemû hêsankariyan ji şirket û kompaniyên ukrayînayî re bike da ku, li herêma Kurdistanê di warê sermayerazandinê de rola xwe bilîz in.




