Sefîn Dizeyî: Hîn jî hikûmeta Îraqê bersiva me nedaye
__2014_03_26_h23m48s4__BA.jpg)
Hewler-KDP.info/Wezîrê darayî yê Îraqê dibêje hikûmeta Îraqê qebûl dike pereyên petrolê resterast biçin nava hesaba hikûmeta Kurdistanê bi vê mercê ku firotina petrolê bi rêya kompaniya Somo ya Îraqê ve be, lê Berdevkê Himûemat Herêma Kurdistanê dibêje hîn ti rêkrftinek di navbera Hewlêr û Bexdayê de çênebûye.
Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje hîn jî hikûmeta Îraqê bersiva hikûmeta Kurdistanê nedaye.
berdevkê hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragehand ku Wezîrê darayî yê Îraqê dibêje hikûmeta Îraqê qebûl dike pereyên petrolê resterast biçin nava hesaba hikûmeta Kurdistanê bi vê mercê ku firotina petrolê bi rêya kompaniya Somo ya Îraqê ve be.
Sefîn Dizeyî ev yek eşkere kir ku piştî ev daxuyaniya han heyeta her du aliyan civiyan û heyeta Kurdistanî pêşniyarên xwe pêşkêşî heyeta Îraqî kir lêbelê heta niha hikûmeta Îraqê bersiva hikûmeta Kurdistanê nedaye.




