Vekirina deriyên nû di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de

Hewler-KDP.info/Şanda bi serokatiya Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Kerîm Sîncarî serdana Şirnexê kirin û derbarê mijara vekirina deriyên nû li ser sînorê Tirkiye û Herêma Kurdistanê hevdîtinan pêk bînin.
Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Kerîm Sîncarî, ligel Parêzgarê Duhokê Temer Remezan Koçer, Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî û Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzayî li avahiya parêzgehê ligel Parêzgarê Şirnexê Hasan Îpek û Parêzgariyê Hekariyê Necmettîn Kalkan civiyan.
Parêzgarê Şirnexê Hasan Îpek, di daxuyaniya xwe ya berî hevdîtinê de bibîr xist ku di 15’ê Adarê de li Wanê Wezîrê Derve Ahmet Davutoglu û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina deriyên sînor ên nû yên ku dê li Hekarî û Şirnexê bên vekirin û çêkirina pireke nû li ser Deriyê Sînorê Xabûrê hevdîtinên protokolê pêkanîbûn. Îpek diyar kir ku pêşxebatên pêwist nehatine kirin û wiha axifî: ’Înşelah îro ku tu astengî dernekevin em ê li ser van protokolan mitabiq bimînin.’
Sîncarî jî kêfxweşiya xwe bo serdana xwe ya li Şirnexê anî ziman û got ku ew li ser daxwaza Nêçîrvan Barzanî hatine Şirnexê. Sîncarî wiha axifî: ‘‘Em hêvîdar in ku dê hevdîtin baş darbas bibin û wiha domand: ’Em wiha bawer in ku vebûna deriyên nû dê ji bo herdu aliyan jî bixêr be.’ Li gor AA’yê, Îpek ’Keştiya Nûh’ û xalîçe diyarî Sîncarî kir û piştre civînê bi awayekî girtî berdewam kir.




