Opozîsyon kursî û balyozxaneyên Sûriyê dixwaze

Hewler-KDP.info/Serokê Hevpeymaniya Niştimanîya Opozîsyona Sûriyê Ehmed el-Cerba daxwaz ji welatên erebî kir ku çekên pêşketî û cureyî pêşkêşî Artêşa Azad bikin û herwihakursî û balyozxaneyên Sûriyê radestê opozîsyonê bikin.
Ehmed el-Cerba di lûtkeya welatên Erebî li Kuwêtê de kuîrosibehê dest pêkir, gotarek pêşkêş kir û tê de bal kişande ser dawî guhertinên li Sûriyê.
El-Cerba bang li welatên erebî kir ku piştgiriya opozîsyona Sûriyê bikin û li sercivakan avdewletî zext bikin ji bo ku çekên pêşketî bidin şervanên opozîsyonê.
Serokê hevpeymaniya opozîsyonê herwiha daxwaz ji serokên welatên erebî kir ku alîkariyên mirovîji hem welatiyên Sûriyê re çi li hundiran li derve zêdetir bikin û rewşa koçberên Sûriyê baştir bikin, bi taybet li Urdun, Iraq û Libnanê.
Derbarê kursiyê Sûriyê di Komkara Erebî de ku ne di destê rejîm û nejî opozîsyonê de ye, el-Cerba got “Demakursiyê Sûriyê di komkarê de valadimînewêdemênameyekeaşke reji Esed re têşan din ku kuştinê berdewam bike û kursî li bendate ye piştî tu şery ekalî bike”.
El-Cerba herwiha ragihand ku pêwîste hevpeymaniya opozîsyonê balyozxaneyên Sûriyê li welatên erebî wer bigire ji bo ku berjewendiyên hem welatiyên Sûriyê bi parêze.
Di dawiya gotara xwe de, el-Cerba tekîd kir ku hevpeymaniya opozîsyonê û Artêşa Azad dê hemû hemwelatiyên Sûriyê çiyên li navçeyên di bin kontrola xwe de yanên di destê rejîmê de, biparêze.




