26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Sûrîya, 4 xwendevanên zanîngeha Helebê hatin kuştin

Çavkanî: BBC

Duhî pênşemê çalakvan û rêxistinên opozisîyona Sûrîya ragihandin, ku hêzên Sûrîya êrişî beşê navxweyîya xwendevanên zanîngeha Helebê (dikeve bakurê-rojavaya Sûrîya) kirin û di encamê de 4 kes hatin kuştin û bi çendan jî birîndar bûn.

Di evê derbarê de li gorî malpera "BBC", xwendevanekî bi navê " Sayer El-Hemed" got, ku hêzên ewledarîyê û mîlîtanên bi navê " Şebîha" gasa hêsirrêjê û guleyên zindî teqandin da ku xwepêşandana Zanîngeha helebê ji hev belav bikin.

Herweha evî xwendevanî weha jî da nîşandan, ku pirosesa êrişkirinê û avêtina guleyên zindî heta ber destê siba pêncşemê berdewam bû.

Li gori ajansa " Associated Press " di evê pirosesê de nêza 50 xwendevanî hatin girtin.

Wek dihê xuyakirin ev pirosesên han di dema şandina Neteweyên Yekbûyî (NY) şandina çavdêrên navdewletî bo kêmkirina kuştinê û teqaninê tên kirin. 

Nûçeyên têkildar