Peyama polîtburoya PDKê bi helkefa cejna Newrozê

Hewler- KDP.info/ Bi helkefta hatina cejna Newrozê, polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) peyamek weşand ku tê de daxwaz dike ku Newroz bibe haveynê yekrêzî û biratiya hemû part û aliyên siyasî li ser astê Herêma Kurdistanê û her çar parçeyên Kurdistanê, bo seqamgirî, aramî, avedanî û geşkirina Kurdistanê û bihêzkirina hewlên çareserkirina nakokiyan jo bo bidestxistina armancên neteweyî û niştimanî yên gelê me, û ev naveroka peyamê ye:
Bi helkefta hatina cejna neteweyî Newroz û sala nû ya Kurdî, germitirîn pîrozbahî li gelê me li her çar parçeyên Kurdistanê û serasnserê cîhanê dikin.
Di dîroka dûr û nêzîk de, helkefta Newrozê bûye wek nerîtek nemir û cejneke dêrîn û neteweyî, ku hêma û simbula berxwedan û serhildan û ronahiyê ye, roja azdad anî û zincîra jê destê xwe pisand.
Newroz dastaneke dîrokî û rojeke çarenivîsaz bû, her dem haveynê rûbirûbûn û şoreşê bû li dijî Zehhakên hemû serdemekî û rûbirûbûna dagîrkerên Kurdistanê bû, Newroz xelekek girîng bû nava zingîra serhildanên adara sala 1991ê de, ku hevdemê serhildan û rizgarkirina bajarê Kerkûkê dilê Kurdistanê ye, bajarê biratî û berxwedanê, her bi helkeftê, em helkefta 23yemîn sala serhildana Kerkûkê, pîrozbahiyeke gerim li cemawerên wî bajarê qehreman dikin û hêviya xweşî û asûdeyî û serfiraziyê bo wan dixwazin.
Newroz sersala Kurdî û yekem roja werzê Biharî ye, peyaman piştrast kirina hebûna neteweyî û niştimanî ya gelê me, ji kiltûra dêrîn ya netewa me derketiye û di sirûştek rengîn û qeşengî welatê me Kurdewarî çavkanî xwe girtiye, hêvîdarin her wek çawa Newroz herdem çepke gulê adazî û xweşî û şadî û aramiyê ye, simbula têkoşana neteweyî û nîtimanî ye, û wiha haveynê yekrêzî û bratiya hemû part û aliyên siyasî li ser astê Herêma Kurdistanê û her çar parçeyên Kurdistanê, bo seqamgirî, aramî, avedanî û geşkirina Kurdistanê û bihêzkirina hewlên çareserkirina nakokiyan ji bo bidestxistina armancên neteweyî û niştimanî yê gelê me.
Careke din cejna Newroza dêrîn û dîrokî ya netewa me, Newroz û sersala nû ya Kurdî li hemû hemwelatiyan û seranserê Kurdistanê xweşdivî pîroz be.




