26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Em pêkve bihêzîn, pêkve serdikevîn û pêkve welatê xwe pêş dixîn

Çavkanî: KDP.info

Hewler- KDP.info/ Serokê Herêma Kurdistanê, birêz Mesûd Barzanî di peyamekê de cejna Newrozê li hemû Cemawerê xweşdiviyê Kurdistanê pîroz kir û daxwaz ji hemû aliyek kir ku hewla kûrtirkirina yekrêzî û tebayî û çanda pêkvejiyan û aştîxwaziyê da bin ji ber ke “Em pêkve bihêzîn, pêkve serdikevîn û pêkve welatê xwe pêş dixîn.” Û ev naveroka peyama Serok Barzanî ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Cemawerê xweşdiviyê Kurdistanê

Pir bi dil pîrozbahiya cejna neteweyî ya newrozê li we dikim. Hêvîdarim her dem li xweşî û bexteweriyê da bin. Pîrozbahiyê li hemû takekî Kurd û malbata serbilindê şehîdên rêya azadiya Kurdistanê û Pêşmergeyên qehreman dikim.

Newroz ji bo me hemûyan wateya serkeftin û hêvî û destpêkekî nû dide. Gelê me li rêya xebat û azadîxwaziyê da gelek êş û jan kişandiye û qurbaniyên bê hejmar daye. Dixwazim ji wê yekê bawer bin ku xebat û qurbanîdana we bi vala naçe û paşarojeke geş li benda Kurdistanê dike. Baweriya min bi hêz û şiyan û xweragiriya we yên serbilind heye û bi palpiştiya xwedayê mezin û we yên azîz, Kurdistan li ser hemû astengan da serdikevê û zêdetir pêşketinê bi xwe ve dibîne.

Li vê helkefta neteweyî de daxwaz ji hemû aliyek dikim hewla kûrtirkirina yekrêzî û tebayî û çanda pêkvejiyan û aştîxwaziyê da bin. Em pêkve bihêzîn, pêkve serdikevîn û pêkve welatê xwe pêş dixîn. Daxwaz jî li hemwelatiyên xweşdivî dikim li şadî û seyranên xwe da tika dikim jîngeh û ciwanî û xwezaya Kurdistanê biparêzin.

Newroza we pîroz

Her bijîn li xêr û şadiyê da

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
20.03.2014

 

Nûçeyên têkildar