25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Pêwîste Iraqê têkiliyên xwe bi welatan re xweş bie

Çavkanî: KDP.info

Hewler-KDP/ Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku li Erebistana Siûdî piştgiriyê nade karên terorîstî li Iraqê û divê Iraq têkiliyên xwe ligel hawîrdora xwe bi hêz bike.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyekê de ji rojnameya el-Şerq el-Ewset ya erebî re got “Me berî niha nizaniye ku Siûdiyê piştgiriya karên terorîstî li Iraqê dike û haya me ji ti dosyeyekê tine ye ku Siûdiyê bi piştgirîkirina rêxistin û grûpên terorîstî li Iraqê tometbar dike”.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bal kişand ku şahê Siûdiyê Şah Ebdullah yasa û biryarên tund li dijî rêxistinên terorîstî derxistine û got “Ligel van hemû yasa û biryaran, çawa Siûdiyê bi piştgirîkirina terorê tê tometbarkirin”.
Berî niha serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî di hevpeyvînekê de ligel televizyona France24 her yek ji Erebistana Siûdî û Qeter bi piştgirîkirina karên terorîstî li Iraqê tometbar kiribû.
Derbarê vê yekê de, Serokwezîr  Nêçîrvan Barzanî got “Ez matmayî dimînin bê çawa Malikî piştî rojekê ji derxistina wan yasa û biryarên li dijî teror û terorîstan, Siûdiyê tometbar dike”.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha got “Pêwîstiya Iraqê îro bi wê yekê heye ku têkiliyên xwe ligel welatên erebî bi hêz bike, bi taybet ku niha Iraq di krîzên ewlekarî û siyasî yên ku gefê li demokrastiyeta wê dike de derbas dibe”.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ew tometên Malikî dibe ku ji bo mebestên hilbijartinê bin û hêvî xwest ku di warê têkiliyên bi welatên cîhanê re Iraq sûd ji ezmûna Herêma Kurdistanê bigire.

 

Nûçeyên têkildar