26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Fuad Hisên: Piştî rêkrftinê dê Kurd deng bidin budceyê

Çavkanî: KDP.info

Hewler-KDP.info/ Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên ragihand ku nakokiyên niha di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendê, girêdayê pirsa budceyê ne û da zanîn ku heta ew xalên giradyê Kurdan li ser neyên rêkeftin “Kurd deng nade budceyê.”

Fuad Husên  di daxuyaniyeke taybet de bo KDP.info  got: “ji niha de komîteyel sê qolî hatiye pêk anîn, ji bo çareserkirina wan arşîeyên li ser budceya giştî ya Iraqê, bi taybetî ew xalên girêdayê Herêma Kurdistanê” û da zanîn ku heta  rêkeftin li ser wan xalan neyê kirin, ew budecey di Parlamentoya Iraqê de nakeve dengdanê.

Herwiha Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê tekez kir ku her demekê ku Hewlêr û Bexda li ser xalên girêdayê Herêma Kurdistanê di budceya giştî de rêkeftin, wê demê tê budceya giştî ya Iraqê di parlamentoyê de têkeve dengdanê.

 

 

 

Nûçeyên têkildar