25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Piştî Newrozê mûçeya Adarê tê parvekirin

Çavkanî: KDP.info

Hewle-KDP.info/ Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku îro sêşemê wê mûçeya Wezareta Pêşmerge jî bê parvekirin.

Berî niha hatibû ragihandin ku îro bi tenê wê fermanberên Wezareta Navxwe mûçeyê werbigirin.

Lê berdevkê Wezareta Darayî Dilêr Tariq ji ragihandinê got “Îro wê ligel mûçeya Wezareta Navxwe, mûçeya Wezareta Pêşmerge jî bê parvekirin”.

Dilêr Tariq herwiha got “Piştî cejna Newrozê wê mûçeya meha adarê jî bê parvekirin”.

Duh duşemê mûçeya wezaretên Avakirin, Çandinî, Şaredarî, Veguhestin, Rewşenbîrî, Kar û Karûbarên Civakî, Elektrîk, Samanên Siruştî û herwiha Encûmena Dadweriyê, Dîwana Çavdêriyê, Desteya Giştî ya Mafên Mirovan û çend desteyên din ên hikûmî hat parvekirin.

Roja şemiyê 15/3/2014 mûçeya meha şibatê ji aliyê Bexdayê ve gihişte Herêma Kurdistanê.

 

Nûçeyên têkildar