26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Melyonek û 350 hezar bermîl petrola Kurdistanê li Tirkiyê embar kiriye

Çavkanî: KDP.info

Hewler-KDP.info/ Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyayê Taner Yildiz ragihand ku hê danûstandinên  Bexda û Hewlêrê derbarê pirsa petrolê negihiştine ti encamekê.

Yildiz di daxuyaniyekê de bo rojnamvanan re ragihand ku di civîna navbera Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan behsa pirsa petrolê di navbera Hewlêr û Bexdayê de û komîteya taybet bi vê yek hat kirin û “Hêvî xwest di demeke nêzîk de ev pirs bê çareser kirin.”

Yildiz amaje jî kir ku Tikriyê di xwaza di rêya wê sîstema ku danaye nakokiyan çarser bike û got: “Petrol ya Iraqê ye û her ku rêjey wê petrolê zêde bibe rewşa Iraqê jî asayî dibe, û ku rewşa Iraqê asayî bû dê rewşa Sûriyê û navçeyê jî asatî bibe.”

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê got jî: “Herêma Kurdistanê birayê me ye, dive em projeyên xwe ligel birayên xwe pêşve bibin, di demekê de ku Tirkiyê hewlên xwe yê erênî berdewam dike, lewma em hêvî dikin ku Hewlêr û Bexda di navbera xwe de bigihin rêkeftinekê, da petrol di rêya Tirkiyê ve derbas bibe, ji ber ku niha nêzîk Melyonek û 350 hezar bermîl petrol li embara Yumurtalk hatiye embar kirin û li hêviya rêkeftina Bexda û Hewlêrê dab ê şandin.”

 

 

Nûçeyên têkildar