25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî “Kuştina Kawa Germiyanî bi tawanek hovane bû”

Çavkanî: KDP.info

Hewler-KDP.info/ Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî Îro, 17.03.2014, berî nîvroya, li Selahedîn pêşwaziya malbat û kesukarê rojnamevanê Şehîd Kawa Germiyanî kir.­­­­­


Di hevdîtinê de malbata Kawa Germiyan spasiya Serok Barzanî kirin li ser xemxwariya wî himber doza kuştina Kawa Germiyanî.

Herwiha li gorî nûçeya malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de behsa naveroka birêveçûna lêkolînanan ligel tometbarên kuştina Kawa Germiyanî kirin û “Daxwaz ji Serk Barzanî kirin ku bi hemû awayekî piştgiriya dîtina tawanbaran û darizandina wan bike.” Di himber de Barzanî daxwaz ji malabat Kawa Germiyan kirk u “Bê omîd nebin, wê tawanbar cezaya xwe bixwin.”

Herwiha Serok Barzanî di hevdîtinê de Kawa Germiyanî bi kesekî “Bê tawan, pak, bêgerd û zarokê malbateke nîştîmanperwer û qurbanîder” da zanîn û kuştina wî jî bi “Tawaneke mezin û hovane” wesif kir.

Serok Barzanî daxwazê ji malbata Kawa Germiyanî kir ku “Bê hêvî nebin û ji wê yekê bawer bikin ku tawanbar dê bigihin sizaya xwe û xwîna Kawa Germiyanî wenda nabê û piştgiriya xwe ya tevahî jî ji bo daxwazên malbat û kesukarê Şehîd Kawa Germiyanî dûpat kir.”

Di dawiyê de Serkê Herêma Kurdistanê hêviya wê yekê xwest ku proseya dadgahîkirina tometbaran bigihe encamê û tawanbar bêne eşkere kirin “Ji bo beşek ji êş û janên kesukarê Şehîd bêne pecan.”

 

Nûçeyên têkildar