Asayişa PYDê gefan li aliyên siyasî dixwe Berpirsê giştî yê

Hewler-KDP,info/ Asayişa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), li Rojavayê Kurdistanê, Ciwan Îbrahîm gef li aliyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl xwarin û got ku eger ew pêgirê yasayên asayişa PYDê ne bin “Bila ji Rojavayê Kurdistanê derkevin.” Îbrahîm di daxuyaniyekê de ku li ser rûpela xwe ya taybet li ser Facebookê belav kiribû got: “Eger aliyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl pêgirê yasayên ku asayişa, (PYD) li kantonên xwe ragiohande, nebin bila bar bikin.” Ev daxuyaniye han ji aliyê berpirsê asayişa PYDê ve bû cihê dilgiranî û rexneyan ji aliyên çalakvanan ve li ser trên civakî, lewma Ciwan Îbrahîm ev daxuyaniye xwe reş kir. Roja 14.03.2014 li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, asayişa PYDê çalakiyên bi bîr anîna Mele Mistefa Barzaniyê nemir lib ajar qdexekirin, ku ji aliyê partiyn Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ve hatibû lidarxistin. Lê duh, 15.03.2014 çekdarên alîgirên rejîma Sûriyê bi otombîlan di nava bajarên Qamişlo de û li pêş çavên asayişa PYDê çûn û hatin û sologanên piştgiriya Esed bang dikirin, bêy ku kes di rêya wan de rawest û daxwaz mohletê ji wan bikin.




