26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Xwendekareke Kurd Mîdya serbest hat berdan

Çavkanî: KDP.info

Hewler-KDP,info/   Xwendekareke Kurd bi navê Mîdya Selah Hesen Mehmûd di 2yê tebaxa sala 2012an de li paytexata Sûriyê Şamê wenda bû û pişt re hat gotin ku li zindaneke Rûsya ye. Rêveberê Navenda Ehmed Bonceq a piştgirîkirina azadî û mafên mirovan Ferman Bonceq derbarê bûyerê de ragihand “Mîdya roja 2/8/2014 li taxa Meydan a Şamê ji aliyê hêzên îstixbarata Sûriyê ve hatibû girtin”. Bonceq herwiha got “Mîdya ku xwendekara beşa zimanê ingilîzî ya zanîngeha Şamê bû, destpêkê di zindaneke Şamê de girtî bû û pişt re ew birin zindaneke din li navçeya beravê li Laziqiye û Tertûsê û ji wê demê de xeber jê qutbûbû”. Rêveberê Navenda Ehmed Bonceq herwiha got “Di encama hewlên navendê de, me karî xwe bigihînin malbata Mîdya ku niha li Stenbolê dijî û derket ku Mîdya 2 caran ji zindana Kharkiv a li Rûsya telefona dayika xwe kiriye”. Ferman Bonceq zanyariyên zêdetir derbarê bûyerê de aşkere nekirin û bi tenê got “Mîdya duh saet 7ê êvarê bi dema Tirkiyê di rêya balafireke Tirkiyê re ji balafirgeha Sochi a rûsî re gihişte balafirgeha Stenbolê.” Bi gotina Bonceq, “Mîdya duh saet 7ê sibehê ji zindana Kharkiv serbest hat berdan û balafria ku ew radikir dora saet 4.30 bi dema Mosko ji balafirgeha Sochi ber bi Stenbolê ve firiya”. Mîdya Selah Hesen Mehmûd bi xwe xelkê bajarê Amûdê ye, lê ew ligel malbata xwe li taxa Hecer Eswed a Şamê dijiya û xwendekara sala çarem a beşa zimanê ingilîzî li zanîngeha Şamê bû.

Nûçeyên têkildar