Serok Barzanî fermana herêmî ya bi parêzgehbûna Helebçeya şehîd îmza kir

Hewler-KDP,info/ Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî fermana herêmî ya bi parêzgehbûna Helebçeya şehîd îmza kir. Îro yekşem 16.03.2014 demjimêr 10 ê berî nîvro heman demî li gel salvegera karesata kîmyabarankirina Helebceya Şehîd, birêz Mesûd Barzanî fermana herêmî ya bi parêzgehbûna Helebçeya şehîd îmza kir. Roja 05.03.2014 Serok Barzanî di nivîseke fermî de daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê kiribû ku li benda Bexayê nemîne û karên ji bo biparêzgehkirina Helebce destpêbike. Roja 13ê vê mehê jî serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di kongreyeke rojnamevaniyê de biryara biparêzgehkirina Helebce îmze kir û ji Serokatiya Herêma Kurdistanê re şand.




