25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Erdogan têkiliyên Hewlêr û Enqerê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewler-KDP,info/   Di berdewamiya serdana xwe ya Tirkiyê de û piştî civîn û rêkeftina li ser vekirina çar deriyên sînor di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de, doh êvarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Enqerê ligel Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan civiya. Di civînê de ku ji aliyê şanda Kurdî ve Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî Aştî Hewramî û Wezîrê Avadankirinê Kameran Ehmed, Serokê Desteya Veberhênanê bi Wekalet, Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî, her du parêzgarên Hewlêr û Silêmaniyê û ji aliyê Tirkan ve Wezîrê Enerjiyê Taner Yildiz, Cîgirê Wezîrê Derve Ferîdun Sinirlioglu û hejmarek şêwirmend amade bûn, peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê di warê bazirganî, aborî, enerjî û warên din de hatin gotûbêj kirin. Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kêfxweşiya xwe bi vê serdana şanda Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê û rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê bo berfirehkirina Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl û vekirina çar deriyên din ên sînor di navbera her du aliyan de anî ziman û got: ‘’Vekirina van deriyan dibe sedema zêdebûna çalakiyên bazirganî û aborî, qayîmkirina peywendiyên civakî bi taybetî jî li wan navçeyên ser sînor ku xizmayetî di navbera daniştvanên her du aliyên ser sînor de heye.’‘ Li gor malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de, mijarên wek rewşa siyasî û ewlekariyê ya İraqê, paşeroja proseya siyasî û hilbijartinên dahatû yên İraqê, Herêma Kurdistanê û Tirkiyê, rewş û pêşhateyên Sûriyê û guhertinên li navçeyê bi giştî hatin gotûbêjkirin. Her doh piştî bidawî bûna serdana, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û şanda ligel vegeriyan Herêma Kurdistanê.

Nûçeyên têkildar