26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Heta dawiya 2014an penaberên Sûriyê dibin zêdyî 4 milyon penaber

Çavkanî: KDP.info

Hewler- KDP.info/ Krîza Sûriyê dikeve sala xwe ya sêyem de, ku di çarçoveya van her sê salan sw Sûriyê ji duyemîn welatê ku mêvandariya hejmara herî mezin a koçberan dikir li dinyayê, bû welatê duyem ê ku koçberên wê li derve hene.

Komisyona penaberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî ve dibêje, hejmara koçberên Sûriyê hin bi hin ya koçberê Efxanistanê derbas ku yên herî zêde ne li dinyayê, derbas dike.

Lê ew pêşbînî dike ku heta dawiya vê salê hejmara penaberên Sûriyê bigihe 4 milyon û 100 hezar penaber, wate bi tenê wê îsal milyonek û 700 hezar sûrî bibin penaber.

Jibilî penaberên Filestînê yên ku ji Sûriyê reviyane, niha zêdetirî 2 milyon û nîv hemwelatiyên Sûriyê navên xwe wek penaber li cem komsyona penaberan li welatên hawîrdora Sûriyê nivîsandine, di heman demê de 6 milyon û nîv kes li hundirê Sûriyê koşber û derbeder bûne.

Libnan ku ji ber krîza Sûriyê di nava rewşeke xirab a ewlekarî, siyasî û aborî de dijî, bi hewandina zêdetirî 962 hezar penaberên Sûriyê di pileya yekem a welatên mêvandarîkirina wan penaber de tê, ew jî jibilî malbatên sûrî yên ku li ser hisabê xwe li wir dijîn û herwiha ew karkerên ku berî destpêkirina krîzê de li wir kar dikin.

Piştî Libnanê, Tirkiyê tê û li wir nêzîkî 635 hezar penaberên Sûriyê hene û pey re Urdun e ku mêvandariya zêdetirî 584 penaberan dike.

Herwiha li Başûrê Kurdistan û Iraqê jî zêdetirî 227 hezar kes navên xwe wek penaber qeyid kirine û piraniya wan li kampên li parêzgehên Duhok û Hewlêrê dimînin.

 

Nûçeyên têkildar