Omrekareke din a Herêma Kurdistanê koça dawî kir

Hewlêr-KDP.info/ Rêveberê ragihandina wezareta ewqaf û karûbarên olî ragehand ku, îro pêncşemê, jineke omrekar a Herêma Kurdistanê li bajarê Mekke yê Erebistana Siûdiyê koça dawî kir.
Rêveberê ragihandina wezareta ewqaf û karûbarên olî ya Herêma Kurdistanê Merîwan Neqişbendî di daxuyaniyekê de ragihand ku îro pêncşemê omrekarek din a Başûrê Kurdistanê li bajarê Mekke mir.
Ew omrekara 65 salî navê wê Hewrî Ebdullah Reşîd e û xelkê bajarokê Herîrê yê girêdayî parêzgeha Hewlêrê ye.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku malbata wê jinê razî bûye ku cenazeyê wê li bajarê Mekke bi xakê bê spartin.
Li gor heman daxuyaniyê, ev omrekara çarem a Başûrê Kurdistanê ye ku di mersîma omre de dimire.
Neqişbendî diyar kir ku ji destpêka werzê more yê îsal de û heta niha zêdetirî 18 hezar kes ji Başûrê Kurdistabê di rêya balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê re qesta omreyê kirin.




