Ban Ki-moon daxwaza dubare destpêkirina danûstandinên Cenêvê kir

Ajans-KDP.info/ Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY), Ban Ki-moon daxwaza dubare destpêkirina danûstandinên Cenêvê kir.
Li gorî daxuyaniyekê ji aliyê berdevkê Ban Ki-moon, navhatî daxwaz ji civaka navdewletî kir, bi taybertî Rûsiya û Amerîka, ku tedbîran bistînin ji bo dubare destpêkirina danûstandinên Cenêvê di navbera şanda rejîma Sûriyê û şanda opozîsyonê de.
Herwiha Ban Ki-moon bang li opozîsyon û rejîma Sûriyê kir ku tevbigerin ji bo rawestandina karesata li wî welatî.
Sekreterê Giştî yê NY tekez kir jî ku çareseriya siyasî, çareseriya herî başe ji bo krîza Sûriyê re.




