26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî xwest Yekîtiya Ewropa zêdetir alîkariya koçberên Rojava bike

Çavkanî: KDP.info

Hewler- KDP.info/ Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji Yekîtiya Ewropa (YE) kir ku alîkariya koçberên Rojavayê Kurdistanê yên ku li Başûrê Kurdistanê dimînin bike.

Nêçîrvan Barzanî duh pêşwaziya şandeke YEyê kir ku ji komsyara bilind a YEyê ji bo alîkariyên navdewletî û mirovî Cristalina Georgieva û balyoza YEyê li Iraqê pêk dihat.

Şanda YEyê sedema serdana xwe da xuyakirin ku ew jî ji bo ji nêzîk de agehdarî rewşa koçberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê li Başûrê Kurdistan û Iraqê bibin.

Şanda YEyê spasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku bi hawara koçberan de çûye û alîkariya wan dike.

Herwiha tekîd kir ku YEyê wê hewl bide ku koçberên Rojava yên li Başûrê Kurdistanê sûd ji wan alîkariyan werbigirin ku ji aliyê civaka navdewletî ve ji penabrên Sûriyê re tên pêşkêşkirin.

Li hembe vê yekê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got ku hikûmeta Herêma Kurdistanê li gor karînên xwe wê li ser alîkarîkirina koçberan berdewam bibe.

Nêçîrvan Barzanî herwiha daxwaz ji YEyê kir ku zêdetir alîkariya koçberan bikin.

 

 

Nûçeyên têkildar