26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Çalakiyên 8emîn festîvalaAzadî û Newrozê dest pê kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Duh sêşemê, li bajarê Hewlêr û bi beşdarbûna hejmaarek ji tîmên gelêrî û hejmareke zêde ya hevwelatiyên Kurdistanê û biyanî, çalakiyên 8emîn festîvala Azadî û Newrozê dest pê kirin.

Festîfala Azadî û Newrozê li Hewlêrê di demekê de birêketin ku rastî roja rizgarkirina bajarê Hewlêr ji rêjîma Beis hat û di heman demê de Hewlêr paytexta geştiyariya Ereb e de ye, Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî bi tev hejmarek ji nûnerên nivîsgeh û qunsolxaneyên biyanî  li Herêma Kurdistanê beşdarî merasîmên vekirina festiv bû.

Parêzgar Newzad Hadî di merasîma vekirina festival de gotarek pêşkêş kir û got: "Îsal ji ber ku Hewlêr paytexta geştyarî ya welatên Erebî ye, em dixwazin bi awayekî cuda hemû programên festîvalê di dema diyarkirî de birêve biçin."

Newzad Hadî wiha axifî: "Di 11’ê Adarê de rêkeftineke dîrokî hatiye ragehandin, ku cara yekem hikûmeta İraqê bi awayekî fermî îtîraf bi Herêma Kurdistanê kir. Her di 11’ê Adarê de Behara Kurdî dest pê kir û piştî cemawerê Ranye û Silêmaniyê raperîn dan dest pêkirin, çirûskên raperînê gehiştin Hewlêrê û hemû dam û dezgah ji serkutkeran hatin paqijkirin."

Parêzgarê Hewlêrê axaftina xwe wiha qedand: "Niha Hewlêr ji xeynî ku paytexta Herêma Kurdistanê ye, li ser asta navçeyê û cîhanê jî girîngiyeke wê ya taybet heye. Herwiha ew krîza ku li herêmê jî çêbûye, nikarî bandorê li bîranînên Adar û Newrozê bike û hejmarek şirket wek sponsor bi van karan rabûn."

Nûçeyên têkildar