26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

ENKSê teqîna li Qamişloyêşermezar kir

Çavkanî: KDP.info

RojavayêKurdistanê-KDP.info/Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) teqîna duh ali bajarê Qamişlo şermezar kir û li dijî aştiya civakî li herêmê da zanîn. 

Duh piştî nîvro grûpekeçekdaran êrîşî hotela Hedaya ku navenda şaredariya Qamişlo ya girêdayî PartiyaYekîtiya Demokratîk (PYD) e, kirin. 

Di encama teqînê de 8kesan jiyana xwe ji dest dan û di nav de 4 jin jî hene.

Derbarê teqînê desekreteriya giştî ya ENKSê daxuyaniyek belav kir û tê de" Ew tawana qirêj a ku di encam de kesênsivîl û bêguneh jiyana xwe ji des dan şermezar kir." 

ENKSê bang li gelêRojavayê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe ve kir ku li dijî wan karan rawestinû got"Armanca van êrîşan ewe ku aştiya civakî li navçeyênRojavayê Kurdistanê têk bibin."

ENKSê herwiha berpirsyariyawê tawana ku ji aliyê çekdarên DAÎŞê ve hatiye kirin, xiste stûyê rejîmaSûriyê.

 

Nvên şehîdan:

1-Cîhan Murad temen 37 sal.

2-Awaz Mehmûd Mihemedtemen 23 sal.

3-Emîne Bilal Mihemedtemen 25 sal.

4-Helebce Taha Xelîl temen24 sal.

5-Ferhad Ebdilezîz Osmantemen 27 sal.

6-Elaidîn Ebulîlah Osmantemen 30 sal.

Îbrahîm Ezîz Melek temen52 sal

Mûse Azad Mûse temen 18sal.

 

Nûçeyên têkildar