Berdevkê PDKê: Di yek-du rojên bê de hikûmet tê ragehandin

Hawler- KDP.info / Berdevkê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Cafer Êminkî ragehand ku dema dawî bo ragehandina pêkanîna kabîneya nû nêzîk bûye û her tenê yek-du rojên din jêre divên.
Di vê derbarê de Êminkî ji KDP.info re got: ‘’Dema dawî bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê nêzîk bûye û her tenê yek-du rojên din jêre divên, ev mesele bi dawî dibe û biryar li ser pêkanîna kabîneya nû tê dayîn.’‘
Êminkî da zanîn ku kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rizamendî û beşdariya hemû aliyan dibe.




