Supayê Azad: Sûrîya çekên kîmyayî ber bi firrgehên sînorî ve dibe

Supayê Sûtîya yê Azad ragihand, ku hukûmeta Sûrîya çekên kîmîyayî ber bi firrgehên sînorî ve veguhaztine, eve jî piştî derbazbûna yek roj bi ser hoşdarîya Dîmeşqê.
Supayê Suriya yê Azad di beyannameyekî de ragihand, ku serkirdatîya wan baş dizane ku ev çek li kuderêne.
Supayê Azad Di evê byannameyê de weha jî belav kiriye, ku ew dikarin ewê yekê aşkira bikin, ku Beşar Esed hinek çekên kîmiyayî ber bi firokexaneyên nêzîkî sînoran ve şandiye.
Supayê Azad weha jî da zanîn, ku bandora evê yekê ew e ku Suriya dixwaze fişaran bixe ser civaka navdewletî.
Wek tê xuyakirin ku berî evê serokê Amerîka Barak Obama bikarbirina çekên kîmîyayî ji alîyê rejîma Sûrîya bi şaştîyeka sosretî da zanîn.




