Salvegera koça dawî ya Mihemed Şêxo li Dihok û Qamişloyê

Dihok-KDP.info/ Doh yekşemê rêveberiya giştî ya rewşenbîrî û hunerî û rêveberiya hunerê muzîkê li Dihokê salvegera hunermendê Kurd ê mezin Mihemed Şêxo li Panorama Azadî li Dihokê saxkir.
Di vê bi zavê de çendîn peyv hatine xandin û rolê hunermendê navbirî di bizava hunerî û nexa sime di biyavê stirana netewî ku Şêxo pêşenge û çi wek hunermend û çi jî wek pêşmerge û stiranên wî pirin ji hesta netewî û lurandina xemên mirovê kurd.
Her wiha di vê bizavê de Beha Şêxo birayê Mihemed Şêxo amadebû û wî jîçend layenên jiyana hunermend bo amadebûya diyarkirin û her wiha navbirî daxwaz kir ku peykerekî bo Mihemed Şêxo li Dihokê bê danîn.
Eyub Remezan rêveberê giştî yê rewşenbîrî û hunerî li Dihokê got: "Eve ne bi tenê daxaza binemala Şêxoye belku ya rewşenbîrên Dihokê û hemûhejêkerên hunerê resenê kurdewarî ye û em dê bi şanazîve peykerê Şêxoyê pêşmerge û hunermend li Dihokê danin."
Her wiha welatiyên bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hunermendê Kurd Mihemed Şêxo li ser gora wî ya li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo bibîr anîn.
Bi boneya salvegera koça dawî ya hunermendê Kurd Mihemed Şêxo, doh bi dehan welatiyên bajêr bi meşê çûn ser gora wî ya li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo û stranên wî gotin




