Wezareta pêşmerge: Pêşmerge dê tenê guh bide fermana Barzanî

Hewlêr-KDP.info/Wekîlê wezareta pêşmerge raqgehand ku pêşmerge bi tenê pêgirê biryarên Barzanî dibe nek Malikî, û ew piştgiriya tam didin siyaseta serokê Herêma Kurdistanê.
Li gor Rûdawê wekîlê wezareta pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Enwer Hacî Osman di daxuyaniyekê de, bersiva Malikî dide ku di civînekê de gotibû "Hêzên pêşmerge di ti biyarekê de bi ya wî nakin."
Enwer Hacî Osman got: "Livandana hêzên pêşmerge bi yasa hatiye rêkxistin ew jî divê bi fermana serokê Herêma Kurdistanê be wek fermandarê giştî yên hêzên çekdar ên Herêma Kurdistanê."
Wekîlê wezareta pêşmerge ya Herêma Kurdistanê herwiha got: "Malikî dikare çek û pêwîstiyên leşkerî ji xwe re bibe û budceya me qut bike, lê bila baş bizanibe ku ew nikare hezkirina Kurdistan û niştiman a di dilê hêzên pêşmerge de ji wan bistîne."
Osman tekîd kir ku ewê tenê bi fermana serokê Herêma Kurdistanê hêzên pêşmerge bilivînin û ew piştgiriya tam didin siyaseta serokê Herêma Kurdistanê.




