26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Barak Obama: kompanîyên petrolê di biryara karkirinê de digel herêma Kurdistanê azadin

Çavkanî: KDP.info

Serokê Amerîka Barak Obama nameyek ji bo serokê wezîrên Iraqê Nûrî Malikî şand û tê de bersiva Malikî da û got, " kompanîyên taybetên Amerîkayî di biryarên xwe de ji bo karkirinê azadin."

Li gorî ajnsan ku serokê hukûmeta Iraqê Nûrî Malikî gilînameyek ji serokê Amerîka Barak Obama re şand tê  gilî û gazincan ji kompanîyên petrolên Amerîkayî dike ewên taybet li herêma Kurdistan kardikin.

Di bersivdana evê nameyê Obama got, " gerek karîna herêma Kurdistanê di biwarê petrolê de bihê zêdekirin ku dê di pêşerojê de sûd ji bo hemû alîyan be."

Herweha Obama da nîşandan, ku Amerîka gelekî keyfxweşe da ku digel Iraqîyan di çareserkirina ewan arîşeyan de pişkdar bibe, bi rêya komîteyekî hevpişk di biwarê wize bo çareserkirina arîşeyan.

 

Nûçeyên têkildar