26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li ser biryara serokwezîr dosyeya Helîma û Şilêr tê şopandin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê biryar da ku, lêkolîn li ser dosyeya kuştina her du xûşkan Helîma û Şilêrê dest pê bike û ji bona vê yekê komîteyeke taybet hat pêkanîn.

Helîma û Şilêr li roja 27-02-2014ê  di nav goma çemê Çeqan li devera Seyîd Sadiq termên wan hatin dîtin.

Ew komîteya li ser biryara serokwezîrê Kurdistanê ji bona şopandina dosyeya kuştina Helîma û Şilêrê hatiye pêkanîn serdana Seyîd Sadiq, Erbet û Helebceyê kir û digel dadwer, dozgerên giştî, polîs û berprisên peywendîdar, ji bona wergirtina zaniyariyan civiyan.

Komîteya navborî, herwesa, serdana malbata Helîma û Şilêrê jî kir daku dîtinên wan jî li ser wê pirsê werbigirin.

Nezend Begîxanî Zend endama konseya çavdêriya jinan serokatiya wê komîteyê dike û li ser kar û xebatên komîteyê di daxuyaniyekê de dibêje ku, li gor lêkolîn û zaniyariyan her du xûşk, Helîma û Şilêr, di meha tîrmeha parsal de  fayleya wan li cem polîs û dadgeha Seyîd Sadiq  û senterê parastina li Silêmaniyê heye û li gor lêkolînan diyar dibe ku, aliyên peywendîdar weke pêwîst ji bona parastina canê her du xûşkan bi rola xwe nelîstîne  xemsarî kirine.

 

Nûçeyên têkildar