26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Têkiliya ligel Bexdayê wiha naçe serî, divê pêdeçûnek li ser wan têkiliyên bê kirin

Çavkanî: KDP.info

Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî, li bajarê Hewlêrê tevlî merasîma vegerandina rufatên 93 Barzaniyên ku hatine enfalkirin bû û derbarê pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de û diyar kir ku têkiliya ligel Bexdayê wiha naçe serî.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro (06.03.2014) li bajarê Hewlêrê di merasîma anîna 93 rufatên-hestiyên Barzaniyên Enfalkirî de axifî û sipsayiya wan kesan kir ku di anîna wan rufatan de canê xwe xistine metirsiyê. Herwiha bi navê xelkê Kurdistanê sipsayiya xelkê Semera kir ku hevkariya derxistin û anîna wan rufatan kirine.

 

Serok Barzanî diyar kir ku, Iraq di metirsiyê de ye, demokrasî û federalî û bi hev re jiyan paşde vedigere û metirsiyeke mezin li ser wan heye. Êdî ti wateyek ji hevbeşiyê re nemaye.

 

Derbarê heman pirsgirêkan de jî Serok Barzanî got:"Mesele ne mesela petrol û budceyê ye, lê belê gelek ji vêya mezintire ku ew jî şikadnina heybeta Kurd û Kurdistanê ye, ew dixwazin em paşko bin û wek parêzgehekê hisabê xelkê Kurdistanê dikin û dixwazin em bê biryar bin, ev eslê meselê ye."

 

Serokê Herêma Kurdistanê ew yek jî pirsî ku "Ew hemû qurbanîdana ku hatiye dayîn gelo xelkê Kurdistanê amade ye biryara xwe bide dest xelkê din?."

 

Serok Barzanî diyar kir ku hemû xelkê Kurdistanê hewlesta wan yeke û got "Zehmete piştî van hemû qurbaniyan em gavan paşde bavêjin."

 

Barzanî bal kişnand ku di dema borî de çend caran şanda Herêma Kurdistanê çûye Bexdayê û got "Lê desthilatdarên Bexdayê li şûna çareserkirina pirsgirêkan nanê xelkê Kurdistanê qut kirin, ev karekî dijminane û gotûbêj li ser nayê kirin."

 

Serokê Herêma Kurdistanê di berdewamiya axaftina xwe de got: "Eger desthilatdarên Bexdayê wiha bifikirin û vê yekê wek kartekê li dijî Herêma Kurdistanê bi kar bînin û eger li ser vê yekê berdewam bin bi tekîd dê helwesteke me ya wiha hebe ku di asta bendewariya wan de be, bila ew Ii bendê bin bê emê bikaribin vê yekê bikin yan na."

 

Serok Barzanî diyar kir ku "Bila ti kes bawer neke ku wiha bi hêsanî xedirê li xelkê Kurdistanê bike, em fêr nebûne di bin zulm û zordariyê de bijîn."

 

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha got: "Pirsgirêka mezin ew mêjiye ku wek hemwelatiyekî pile du li Kurdan dinêre, di demekê de Kurdan roleke wan a mezin hebû ku hemû pêkhate mafên wan di nav destûr de hebe, ew destûra ku niha hatiye piştguhkirin, eger nehatiba binpêkirin jî dê hemû pêkhateyan bikarîba bi biratî bijîn."

 

Barzanî diyar kir ku di dema borî de ew ligel hemû aliyên siyasî civiya ye û tekîd kiriye ku têkiliya ligel Bexdayê wiha naçe serî û divê pêdeçûnek li têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê bê kirin û got "Em nikarin bi vî awayî bijîn."

 

Hêjayî gotinê ye, ev peyva Serokê Herêma Kurdistanê di merasîma vegerandina rufatên 93 Barzaniyên ku hatine enfalkirin de, hat. Ku ew 93 enfal kiriyên li gorên bikomî yên li bajarê Samerayê yê Başûrê Iraqê de hatibûn dîtin û dê her îro li Barzanê werin veşartin.

Nûçeyên têkildar