26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Çewaniya pêşxistina sektora giştî li Herêma Kurdistanê hat gotûbêj kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Li Bajarê Hewlêrê, doh 4ê adarê, Mariyantonêt Filomeyn rêvebirê senterê hukimdariya Kanadayê û şandeya pê re serdana wezareta darayî a hikûmeta Kurdistanê kir û ji aliyê Reşîd Tahir cîgirê wezîrê darayî  ve hatin pêşwaz kirin û di civînekê de pirsa çewaniya pêşxistina sektora giştî li Herêma Kurdistanê gotûbêj kir.

 

Di civînê de ku, Nêçîrvan Ehmed serokê dîwana civata wezîrên Kurdistanê amade bû, şandeya mêvan behsa armanca serdana xwe ya bo herêma Kurdistanê kir û got ku, ew dixwaz in bi hevahengî digel bernameya Neteweyên Yekgirtî bo geşepêdana Îraqê, sektora giştî li herêma Kurdistanê pêş bixin daku, hikûmeta herêma Kurdistanê zêdetir bê bizazîkirin. Xwedî postên bilind weke cîgirên wezîran, rawêjkar, rêvebirên giştî û rêvebirên din beşdarîyê di kursên Amadekirina Serkirede de bikin daku bikaribin bi awayekî  moderin, şefaf û vekirî desthilatên xwe di rêvebirina karî de bicî bikin.

 

Ji aliyê xwe ve, Reşîd Tahir di axaftina xwe de behsa giringiya sektora giştî kir û got ku, wezareta darayî amade ye hevkariyê bi kar û xebatên şandeya mêvan re bike.

 

Serokê dîwana seroaktiya civata wezîran Nêçîrvan Ehmed got ku, serokatiya civata wezîran pêşwaziyê li bernameya Neteweyên Yekgirtî bo geşepêdana sektora giştî  dike hêvî kir ku, kar û xebatên şandeya mêvan bibin çareseriyeke esasî bo hukimdariya midern li herêma Kurdistanê.

Nûçeyên têkildar